Melaye Ciziri Seti (2013)

Melaye Ciziri Seti (2013)
Ürün Resimleri İçin
  • 96.00 ₺



En Ucuz : 96, En Pahalı 96, Toplam 1 Satıcı
Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, \"Gerdeniya Gewherî\" ya Mela Ehmedê Zivingî bi kurdî di nav weşanên Avesta de derket. Şerha ku ji 3 cildan pêk tê, ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin. Cildê yekem ű duyem ji tefsîrê, sêyem jî ji dîwanê pêk tê. Di şerhê de beyit bi alfabeya erebî jî hene, rűpelekî dîwanê bi alfabeya erebî yê din bi latînî ye. Herdu cildê tefsîrê di yek cildî de bi çapeke taybet derdikeve.
Bêguman ev berhema bi navê \'Iqd el-Cewherî/Gerdeniya Gewherî\' ya şerha Dîwana şaheser a [Mewlana] Melayê Cizîrî gava ji hêla Miftiyê Qamişloyê zanayê hêja Mele Ehmedê Zivingî (1893-1971) ve hat nivîsîn ű weşandin hingê di nav feqî, mela ű zanayên wextê yên erebîxwên ű erebîaxêv de gelekî nav da, lê navűdengê wê bi tenê ne li nav zana ű xwendeyên kurdan ên derva ű yên nav Kurdistanê belav bű. Lê herweha navűdengê wê gihîşt heya gelek welatên biyanî ű bi taybetî jî welatên ereban ên mîna Misir, dewletên erebîaxêv ên bakurên Afrîka ű paytextên Ewropa jî.

Çawa ku weşanxaneya es-Sebah gava çapa duyem ya erebî weşandiye jî ew ji devê Zivingî lê bi kurtî weha daye nasîn: \"Bi vî awayî wergerandin ű şiroveya Dîwanê qediya ű bű mînakek ji bo rewanbêjî, balkşiya ser rêkűpêkiyê ű baweriya wêjeyî. Bêguman bêzêdekirin ev kitêba pêşî ye di cűreyê xwe de ku di dewlemendiya kitêbxaneya erebî de beşdariyeke weha pir çalak kiriye ű jixwe pêrabűna bi karên weha ve jî ji bo danenasîna edebiyata gelê kurd ê misilman bi gelên din gaveke mezin î giring e. Wergêr bi xwe di çapa pêşî ya sala 1377/1957an de gava ku li çapxaneya el-Rafidîn a bajarê Qamişlo hatiye weşandin, serpereştiya qonaxên rastkirin, çapkirin ű derxistina vê Şerha Dîwanê kiriye. Hingê ew li welatên rojhilata erebî ű rojhilata navîn heya bigihê balatirîn deverên Kurdistanê belav bűye ű bi saya mezinî ű gerrvedana tora weşandin ű belavkirina gelemperî ű taybetî ew ketiye Qahîre ű paytextên Ewropa jî ű pê re jî ji bo hêjadîtina vê xebata mezin a wergeranê ji wergêrî re ji kesên bîrewer, edîb ű siyasî peyam ű nameyên rűmetgirî ű pesindanê raweşiyane.

Jixwe bi derketina vê Şerhê re xwendevan ű xemdarên hunera klasîk bi taybetî jî yên Cizîrî êdî dikaribűn wê baştir fêhm bikin ű qenc bizanibin ku şi\'rên Cizîrî ne bi tenê hinek qesîdeyên sofîkî yên devkî ne, lê belkî ew xwedî naverokeke evînî, fîlozofî, mitesewifî feleknasî, dîroknasî, civaknasî, ol ű dînnasî, zimannasî ű nîşan ű dirűvên sembolî ű gelekên din in.

Zivingî bi wê xebata xwe ya giranbiha gelek tevlîheviyên ser dema jiyana Cizîrî ű evîna wî jî ji holê rakir, ew cudahiyên ku li ser jiyan ű evîna wî hem di nav xelkê de belav bű ű hem jî di gelek berhemên tarîxî ű edebî de hebűn, komî ser hev kir, pirên wan paqij ű sererast kirin ű ne temam be jî dema jiyana wî ya nêzîktirînê rastiyê derxist holê.

Herweha ji ber ku heya dereng jî bi piranî çapa Dîwana Cizîrî ya Stembolê li ber dest hebű ű ew jî bê zêr ű ziber (bêvokal) bű xwendina wê zehmet bű ku ji ber vê jî herkesê erebîxwên jî dest ji naverokê berde jixwe nikaribűn honraweyên wî rast bixwînin jî. Lê Şerha Zivingî bi zêr ű ziberkirina (vokaldanîna ser) gotinan xwendina wê jî hêsantir kir ku hemî kesên erebîxwên heya quranxwên jî êdî bêzehmetî dikaribűn wê bixwînin.

Mela Ehmedê Zivingî di pêşgotinê de wiha dibêje: \"Ev karekî weha bű ku berê kes pê ve ranebűbű ű ji wê bonê jî hêmanên ku ez jê sűd werbigirim ű li ser wê riyê herim tunebűn. Herweha ez di paşiya temenê xwe de digel kêmbűna materyalan, qelsiya bîr ű hizra xwe, piriya karűbarê pêwendiyên xwe ű astengên peywest e cara pêşî bi karekî weha ve radibűm. Ji ber van sedeman jî bi rastî ji bo qedandin ű derxistina wê bi alîkariya Şahê perestî ez pêrgî gelek zehmetî ű erqele hatim ű min hew karibű gotinên wê bi ferhengî mane bikim ű hima di ser rű de maneyên wan rave bikim. Lê belê ji bilî çend cihên kêm ez qet neketim kűrahî ű berfirehiya maneya rastî ya ku Mela jî mîna şairên hemdemên xwe yên tesewifê yên din dixwest bi mînakên xezelî ű telmîhên rewanbêjî destnîşan bike. Lewra ez ji têgihîştina wan pênîşandanên hêja yî kűr dűr im ű min ew ji kesên din ên ku ji heq dertên re hişt bi hêviya ku xîret li yekî bixe, bi vê kêmasiyê bihise ű wê temam bike.

Min bi xwe cehd ű xebata ji bo rastkirina gotinên xerabkirî ű sererastkirina hevok ű derbirînên tevlîhevkirî ű diyarkirina raz ű dirűvan ű kifşkirina destnîşanan li gor hêz ű biriya xwe ya kêm tu kêmasî nexistiyê, lê digel vê jî doza berîbűna ji şaşî ű kêmasiyan nakim çunkî mirov cihê petatî ű şetatiyê, dűrbűna ji rastiyê ű wargeha gunehan e ű xwedî mafê lêborîn ű bexşînê ji hevcinsê xwe ű ji Şahê mihrîvan e. Jixwe ger tu serkeftî bî ew bi alîkariya Wî yê payeberz e ű ger tu şaş ű çewt bî jî jixwe ji ber ku şaşî ű kêmasî adet ű hêwişiyên mirovan e. Çendî ku ez di karê ravekirinê de negiham encameke bi dilê xwe jî lê ez tirsiyam ku mirin berî wê bigihîje min ű xelaskirina wê ji dest bifewite, çunkî pêjn ű hisên me qels bűne ű paşiya temen jî nêzîk bűye.

Di ravekirina vê dîwanê de min gelek kêm destnîşanên tesewifî ű maneyên rastî diyar kiriye, lê ger ravekarek li pey ramanên wê bikudîne ű ji bo dorgirtina hemiyê wê bixebite ű bivê qenc diyar bike hingê defter hemî têra hinek jê jî nakin ű xame jî dê berî gihîştina amancê lawaz bibin ű hibir jî dê hişkbibe. \"

Yorum Yaz

Not: HTML kod kabul edilmiyor

Diğer Ürünler

Hızlı

Binlerce satıcının ürünlerini otomatik olarak izliyoruz.
Fiyatları sürekli güncelliyoruz.

En Ucuz

Aynı Ürüne Daha Fazla Para Vermeyin.
Aradığınız ürün hangi satıcıda kaç paraya satılıyor.

Güvenilir

Yalnızca bir ürünü bir gün değil,
Her ihtiyacınızı her gün en ucuza alın.

dubai vize buca escort şirinevler escort denizli escort çiğli escort istanbul escort Anadolu Yakası Escort denizli escort buca escort izmir escort gaziantep escort gaziantep escort ankara escort escort ankara meritroyalbets.net slot siteleri meritking escort istanbul şişli escort mecidiyeköy escort ataköy escort maltepe escort denizli escort izmir masaj izmir masaj salonu şişli escort esenyurt escort avcılar escort istanbul escort marmaris escort